Hindîstan – Agir bi kargehê ket, 43 kes mirin

08/12/2019 - 10:26 Kategori Nuçe

BasNews – Li Hindîstanê agir bi kargehekê ket, herî kêm 43 kesan canê xwe ji dest dan.

Îro danê sibê li nêzîkî paytexta Hindîstanê, New Delhî agir bi kargeha kartonan ket.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de herî kêm 43 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Heta niha nayê zanîn ew şewat çima derketiye lê tê gotin ku rewşa hinek birîndaran baş nîne ji ber wê jî tê texmînkirin hejmara miriyan zêde bibe.