Îran - Hejmara kesên ku ji ber enflonzayê mirine, gihîşt 81 kesan

08/12/2019 - 10:09 Kategori Nuçe

BasNews – Li Îranê hejmara kesên ku ji ber nexweşiya enflonzayê mirine, gihîşt 81 kesan.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihandiye, di heyama hefteya borî de herî kêm 25 kesên din ji ber enflonzayê mirin.

Bi vî rengî hejmara kesên ku ji destpêka payîza îsal ve heta niha li Îranê ji ber enflonzayê mirine, gihîşt 81 kesan.

Li gorî amarên fermî, heşt hezar û 333 kes jî ber nexweşiya enflonzayê di bin çavdêrîya nojdarî de ne.

Herêmên ku herî zêde nexweşiya enflonzayê lê belav bûye û bûye sebeba mirina welatiyan, ev in: Gulistan, Mazenderan, Kohkîloye Boyîr Ehmed, Kirman, Xûzistan.