Parlementerekî kurd pişka Kurdistanê di bûdceya sala 2020 ya Êraqê de eşkere kir

07/12/2019 - 20:32 Kategori Nuçe

BasNews – Endamekî kurd yê komîsyona darayî ya parlementoya Êraqê ragihand, pişka Kurdistanê di bûdceya sala 2020 ya Êraqê de, zêdetirî 10 tirîlyon dînar hatiye hesibandin.

Parlementerê kurd û endamê komîsyona darayî ya parlementoya Êraqê, Ehmed Sefar ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, bûdceya giştî ya sala 2020 ya Êraqê 162 tirîlyon dînar hatiye hesibandin. Di pirojeqanûna bûdcê de dahata hikûmetê 114 tirîlyon hatiye hesibandin û valahiya bûdcê jî 48 tirîlyon dînar e.

Ehmed Sefar her wiha gotiye, pişka Kurdistanê jî zêdetirî 10 tirîlyon dînar hatiye hesibandin. Helbet dê bûdceya Kurdistanê ya geşedana herêman, bûdceya Pêşmerge û petro-dolarê jî cihê were dayîn.

Wî parlementerê kurd daye xuyakirin ku her gava ew pirojeqanûn çû parlementoya Iraqê, ewê hemû hewlên xwe bidin da ku bê kêmasî were pesendkirin.