Viyan Sebrî: Ew diravê ku Bexda her meh dide dê heta dûmahîka salê jî bê dayîn

20/11/2019 - 12:58 Kategori Nuçe

BasNews – Seroka firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê ragihand, ew diravê ku Bexda her meh bo mûçeyê karmendên Kurdistanê dide, dê heta serê salê bidome.

Parlementera kurd û seroka firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî ji BasNewsê re got, Bexda her meh hinek dirav bo mûçeyê karmendên Kurdistanê dide hikûmeta Kurdistanê. Ev yek li gorî rêkeftina ku di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin, tê kirin.

Viyan Sebrî her wiha got, ti astengiyek li pêşiya vê yekê nîne û ev dirav dê heta 30 Kanûna 2019 jî were dayîn.

Li ser bûdceya sala 2020 ya Iraqê jî, Viyan Sebrî got, diviya vê mehê pirojeqanûna bûdceya Iraqê ji aliyê parlementoyê ve hatiba pesendkirin lê ji ber aloziyên Iraqê hatiye paşxistin.

Berdevkê Wezareta Darayî û Aborî ya Kurdistanê, Ehmed Ebdulrehman jî ji BasNewsê re got, em girêdayî wê lîstê ne ya ku her meh bo mûçe tê belavkirin.