Hêzên Iraqî karîn pireka Bexdayê ji destê xwepêşanderan derxînin!

20/11/2019 - 10:01 Kategori Nuçe

BasNews – Hêzên Iraqî karîn ew pira Bexdayê ya ku di destê xwepêşanderan de bû, kontorl bikin.

Xwepêşandan û alozî li paytext Bexdayê û çend bajarên din yên Iraqê didomin. Gelek kuştî û birîndar hene.

Îro danê sibê medyaya Iraqî da zanîn ku hêzên ewlehiyê karîne pira “Ehrar” ya Bexdayê, ku di destê xwepêşanderan de bû, ji wan bistînin.

Li gorî agahiyan, di wê aloziyê de komek xwepêşander birîndar bûne lê nayê zanîn kuştî heye yan na, çimkî hêzên Iraqî ji bilî bikaranîna gaza rondikrij, fîşek jî avêtibûn xwepêşanderan.