Fermandeyê ku dixwast Erdogan bikuje, bi çar caran girtina heta hetayî hat mehkûmkirin

19/11/2019 - 11:33 Kategori Nuçe

BasNews – Ew fermandeyê artêşa Tirkiyê yê ku pilana kuştina Erdogan danîbû, bi çar caran zîndana heta hetayî hat mehkûmkirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, dadgeha Enqerê îro biryara dawî li ser dosyeya wî fermandeyê artêşa Tirkiyê, yê ku tê gotin di dema kûdetaya 15 Tîrmeha 2016 de pilana kuştina serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan danîbû, da.

Li gorî agahiyan, dadgehê ew fermandeyê artêşê (Şukru Seymen) bi çar caran girtina heta hetayî mehkûm kir.

Medyaya nêzîkî Erdogan dibêje, wî fermandeyê artêşa Tirkiyê şeva kûdetayê pilana kuştina Erdogan danîbû û tîmek bo kuştina Erdogan şandibû bajarê Marmarîs yê Tirkiyê, ji ber ku Erdogan wê şevê li yek ji hotêlên Marmarîsê de bû.