Wezîrê Derve yê Amerîka piştevaniya Amerîka bo xwepêşandanên Îranê ragihand

17/11/2019 - 10:43 Kategori Nuçe

BasNews – Wezîrê Derve yê Amerîka piştevaniya xwe bo xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî hikûmeta Îranê nîşan da û ragihand, Amerîka bi we re ye.

Xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî giranbûna nirxa benzînê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin. Di xwepêşandanan de heta niha bi dehan kes ji aliyê hêzên polîs ve hatine kuştin û bi sedan kes jî hatine birîndarkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li ser twîttera xwe peyamek belav kir û piştevaniya xwe bo xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî hikûmeta Îranê anî ziman.

Mike Pompeo di peyama xwe de gotiye ku wî beriya niha jî û dema xwepêşandanên par havînê de gotibû, Amerîka dengê we dibihîze, Amerîka pişta we û li ba we ye.