Hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê dicive

13/11/2019 - 10:46 Kategori Nuçe

BasNews – Wezareta derve ya Amerîkayê ragehand, di civîna wezîrên derve ya welatên ‘’Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê’’ de babeta rêkarên Rûsya, Tirkiye û hikûmeta Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û peyvendiyên me li gel HSDê dê bên gotûbêj kirin.

Berpirsekî payebilind ê wezareta derve ya Amerîkayê, bê ku navê wî bê dayîn, ji rojnamevanan re ragehandiye: ‘’Sibe 14.11.2019ê wezîr û nûnerên 35 welatên endamên Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê li Washingtonê dê bicivin.

Herwaha got: ‘’Di civînê de behsa pêşhateyên rewşa Sûriyê û şerê dijî terorê dê bên kirin, bi taybet jî pirsa êrîşên artêşa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê jî dê bê gotûbêj kirin.’’

Heman berpirsî got: ‘’Helwêsta welatên hevpeyman derbarê hevbeşên me yên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê ya di şerê dijî DAIŞê û pêngavên pêşerojê yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê dê bên guftûgo kirin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Berî civîna berfireh a hevpeymaniyê, civîneke din a biçûk a vekirî dê bê kirin, ku welatên Brîtanya, Almanya, Misir, Urdin, Siûdiye, Amerîka û Fransa beşdar dibin û behsa rewşa Sûriyê û nêrînên bo destpê kirina proseya siyasî û rewşa ewlehiyê û leşkerî li Sûriyê dê bê kirin.’’