Wezîrê Berevaniya Amerîka gihîşt Bexdayê

23/10/2019 - 09:27 Kategori Nuçe

BasNews – Wezîrê Berevaniya Amerîka Mark Esper gihîşt Bexdayê.

Îro danê sibê Wezîrê Berevaniya Amerîka Mark Esper gihîşt Bexdayê.

Tê gotin ku Mark Esper dê bi berpirsên Iraqî re li ser rewşa nû, ya ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û veguhestina wan bo Iraqê gotûbêj bike.

Piştî destpêkirina êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, Amerîka hêzên xwe yên li wir vekişand û derbasî Iraqê kir.

Mark Esper beriya niha gotibû, hêzên wan yên ji Sûriyê vedikişin dê li herêma Enbar ya Iraqê bên bicîhkirin.