Senatorê Amerîkî, Lindsey Graham telefona Mezlûm Kobanî kir

Graham: Mezlûm Kobanî nîgeran e ji rêkeftina Amerîka û Tirkiyê

18/10/2019 - 22:48 Kategori Nuçe

BasNews – Senatorê navdarê Amerîkî, Lindsey Graham ragihand, wî bi telefonê ligel fermandeyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî re li ser rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê li ser ragihandina êrişan li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiriye.

Senatorê navdarê Amerîkî, Lindsey Graham ku kesekî nêzîkî serokê Amerîka Donald Trump e jî, qasekî beriya niha ragihand, bi telefonê ligel fermandeyê HSDê Mezlûm Kobanî re li ser rêkeftina Tirkiye û Amerîka li ser sekinandina êrişan gotûbêj kiriye.

Lindsey Graham daye zanîn, Mezlûm Kobanî hewlên Trump bo sekinandina êrişên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê girîng nirxandiye lê di heman demê de nîgeraniya xwe jî nîşan daye û ragihandiye, ew ti carî qebûl nakin Tirkiye li hember kurdan qirrkirina etnîkî bike.

Wî senatorê Amerîkî her wiha gotiye, Mezlûm Kobanî gotiye ku ew herêma aram qebûl dikin lê bi wan operasyon û êrişên ku tên kirin, herêma aram nayê avakirin, belkû ew qirrkirina etnîkî ye.

Lindsey Graham her wiha daye xuyakirin ku wî ji Mezlûm Kobanî re gotiye ku ew hêvîdar e rêkeftinek wisa çêbibe ku ti aliyek ziyanê nebîne û gotiye: Ez jî mîna Mezlûm Kobanî nîgeran im. Min jê re got ku em rewşê ji nêzîk de dişopînin û di vê mijarê de Kongre jî piştevaniya kurdan dike.”