Derbarê vegera Berhem Salih bo Silêmaniyê û bicîh hiştina Bexdayê de daxuyaniyek hat dayîn

05/10/2019 - 09:48 Kategori Nuçe

BasNews – Şêwirmendê serokkomarê Iraqê daxuyaniyek derbarê vegera serokkomarê Iraqê Berhem Salih bo Silêmaniyê û bicîh hiştina Bexdayê de da.

Çapemeniya Iraqê û hin rojnameyan belav kir Berhem Salih nav şandeyekî Netewên Yekbûyî de çûye balefirgeha navnetewî ya Bexdayê û ji wê derê ve jî xwe gehandiye bajarê Silêmaniyê.

Li hember vê şêwirmendê Berhem Salih Hawjîn Omer ji Dengê Amerîkayê re ragehand û red kir ku Berhem Salih Bexda bicîh hiştibe.  

Herwaha got, Berhem Salih ji roja yekem a destpê kirina xwepêşandanan de civîna sê serokatiyên Iraqê li koşka Selam a Bexdayê rêxistiye.