HSD: Em ditirsin kampa Holê bi temamî bikeve bin kontrola DAIŞê!

05/10/2019 - 09:48 Kategori Nuçe

BasNews – Fermandeyê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) dibêje, ew ditirsin çekdar  û alîgirên DAIŞê wê kampa ku girtiyên DAIŞê tê de ne, bixin bin kontrola xwe!

Fermandeyê giştî yê HSDê Mazlûm Kobanê ji rojnameya Amerîkî ya Washington Post re gotiye, metirsî heye kontrola kampa Holê ji dest bidin!

Mazlûm Kobanê her wiha daye xuyakirin, DAIŞ li kampê xwe bihêz û organîze dike. Ew çi qasî hewl didin parastinê zêde bikin jî, lê dîsa alozî û tundî derdikevin.

Li kampa Holê, ku li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, 70 hezar kes hene. Piraniya wan jin û zarok in yên ku di şerê DAIŞ de bê cih û war man e. Nîvê wan zarok in. Nêzîkî 30 hezar kes alîgirên DAIŞê ne, ku piraniya wan jî, malbatên çekdarên DAIŞî ne yên ku di şerê dawî yê Baxozê de li Dêrazorê hatine kuştin. Nêzîkî 10 hezar kes, ne welatiyên Sûriyê ne ku ji 40 welatan hatine û ew welat ret dikin, ku wan malbatan werbigrin.

Piştî daxuyaniya Ebubekir Baxdadî ya "Dîwarên kamp û girtîxaneyan hilweşîn in" bûyer li kampê zêde bûne. Jinan li gor şerîeta Dewleta Îslamî dadgeh danîne, sizayên fizîkî didin kesên dijî fermanên wan derdikevin.