Helwesta parlementerên CHPê li hember dûrxistina şaredarên kurd

19/08/2019 - 11:08 Kategori Nuçe

BasNews – Parlementerên Partiya Komarî ya Gel ya Tirkiyê (CHP) li hember ji kar dûrxistina serokên şaredariyên Wan, Diyarbekir û Mêrdînê bi tundî nerazîbûn nîşan dan.

Îro danê sibê serokê şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk, seroka şaredariya Wanê Bedia Ozgokçe û serokê şaredariya Diyarbekirê Adnan Mizrakli, bi tohmeta ku pêwendiyên wan bi PKKê re hene, ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan waliyên wan bajaran dest bi kar bûn.

Li hember vê yekê, komek parlementerên CHPê bi tundî nerazîbûn nîşan dan.

Image result for Ozgur Ozel

Ozgur Ozel 

 

Parlementerê CHPê û cîgirê seroê firaksiyona wê partiyê li parlementoya Tirkiyê, Ozgur Ozel bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, hikûmeta AKPê dîsa li şûna demokrasiyê, faşîzm hilbijart.

Ozgur Ozel her wiha got, di sîstemekê de ku yên bi hilbijartinê dest bi kar bûne, bi hilbijartin ji kar neyên dûrxistin wê çaxê yên ku wê hikûmet û sîstemê birêve dibin, kûdetaçî û faşîst in.

Image result for mehmet bekaroğlu

Mehmet Bekaroglu 

 

Parlementerekî din yê CHPê bi navê Mehmet Bekaroglu jî li hember dûrxistina serokên şaredariyên her sê bajarên Bakûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û ragihand, hikûmeta AKPê li aliyekî Osman Ocalanê, ku ji ber terorê navê wî di lîsteya sor de ye, bo hilbijartinan derdîxne ser televîzyona dewletê li aliyekî din jî serokên şaredariyên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, bi tohmeta alîkarîkirina terorê ji kar dûr dixe!

Mehmet Bekaroglu her wiha da xuyakirin, ew zihniyeta ku qebûl neke Ehmed Turk bibe serokê şaredariyê, nikare pirsgirêka kurd û terorê çareser bike, tenê bikar tîne!

Image result for sezgin tanrıkulu

Sezgîn Tanrikulu 

 

Parlementerekî din yê CHPê bi navê Sezgîn Tanrikulu jî nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew karê ku hikûmetê kiriye kûdeta ye li hember îradeya gel.