Di nav hefteyekê de herî kêm 1600 penaberên qaçax li Tirkiyê hatine girtin

18/08/2019 - 12:52 Kategori Nuçe

BasNews – Federasiyona penaberan ya Iraqê ragihand, di heyama hefteyekê de li ser sînorên Tirkiye û Yûnanê, zêdetirî 1600 penaberên qaçax ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatine girtin, ku beşek ji wan Iraqî ne.

Nûnerê federasiyona penaberan ya Iraqê li Tirkiyê, Roj Ezîz ji BasNewsê re got, li gorî amara ku rêveberiya koçberan ya bajarê Edîrne yê Tirkiyê daye, di nav hefteyekê de hezar û 645 penaberên ku hewl dane bi qaçaxî derbasî Ewropa bibin, li ser sînorên navbera Tirkiye û Yûnanê hatine girtin.

Roj Ezîz her wiha got, ew penaberên ku hatine girtin xelkê Efxanistan, Îran, Sûriye, Yemen, Sûdan, Filistîn, Misr, Lîbya, Çîn û Iraqê ne.

Nûnerê federasiyona penaberan da zanîn, tevahiya wan penaberan dê bo welatên xwe bên dîportkirin.