Wezareta Berevaniya Iraqê gef li wî melayê şîe xwar!

Melayekî şîe daxwaza hilweşandina artêşa Iraqê kiribû

17/08/2019 - 13:22 Kategori Nuçe
melayê şîe Yûsif Nasirî melayê şîe Yûsif Nasirî

BasNews – Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand, yên ku “heqaretê” li artêşa Iraqê bikin dê bi tundî bên cezakirin.

Çend roj berê melayekî şîe bi navê Yûsif Nasirî, ku di heman demê de cîgirê sekreterê giştî yê grûpa Nuceba ya Heşda Şeibî û nêzîkî sipaha pasdarên Îranê ye, daxwaz kiribû artêşa Iraqê were hilweşandin!

Wî melayê şîe gotibû, artêşa Iraqê bûye peyayê Amerîka ji ber wê jî ti xêra wê bo Iraqê nemaye, loma divê were hilweşandin.

Li hember vê yekê, Wezareta Berevaniya Iraqê ragihandiye, her kes û grûpa ku heqaretê li artêşa Iraqê bike û artêşa Iraqê biçûk nîşan bide, dê were cezakirin.

Wezareta Berevaniya Iraqê behsa mêrxastî û qehremaniyên artêşê jî kiriye û gotiye, kî bixwaze vê yekê lekedar û xirab bike, dê rastî cezayên tund were.