Dogu Perînçek: Ocalan bûye peyayê Enqerê

16/08/2019 - 20:46 Kategori Nuçe
Ocalan - Perînçek Ocalan - Perînçek

BasNews – Serokê Partiya Vatan ya Tirkiyê, Dogu Perînçek dibêje, ji roja ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye girtin, bûye peyayê Enqerê!

Serokê Partiya Vatan, Dogu Perînçek, ku siyasetmedarekî tund û dijberê kurdan e û heyamekî dostê Ocalan jî bû, ji beşa tirkî ya ajansa Euronews re gotiye, rojevkirina piroseya çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyê, bê wate ye û nabe tiştekî wisa bikeve rojevê.

Dogur Perînçek, meseleya kurd wek meseleya terorê bi nav kiriye û gotiye, tekane rêka çareseriya wê jî çek û hêz e. Ji xwe tiştek bi navê pirsgirêka kurd nemaye. Eger Amerîka çekan nede PKKê, PKK jî namîne.

Bi gotina wî siyasetmedarê tirk, ji roja ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatiye girtin, bûye peyayê Enqerê û piştevaniya kurdan û PKKê nake!

Dogu Perînçek, sala 1989 û sala 1991 li Sûriyê bi Ocalan re hevdîtin kiribû. Perînçek wê çaxê rojnamevan bû û berpirsê giştî yê kovara “2000e Dogru” (Ber bi 2000 ve) bû. Di hevdîtinekê de Ocalan gulek sor dabû wî.

Herî dawî Perînçek ji kovara Aydinlik re gotibû, ew ne poşman e ku gul ji Ocalan wergirtiye.