Fermandeyê giştî yê HSDê: Bila herêma ewle ji Firatê heta Dîcle be

16/08/2019 - 11:23 Kategori Nuçe

BasNews - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, divê “herêma ewle” di navbera çemê Firat û çemê Dîcleyê de bê avakirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand, li gor nêrîna Tirkiyê herêma ewle dê ji Girê Spî û Serê Kaniyê be, lê ew dixwazin ew herêm ji çemê Firat ta çemê Dîcleyê li xwe bigire, ji bo ew herêm ji êrişên Tirkiyê bên parastin.

Mezlûm Ebdî diyar kir, danûstandinên wan ên ne rasterast bi Tirkiyê re hene, lê ta niha ew nehigihîştine ti encamekê û dê ew danûstandin berdewam bin ta digihên encamekê.

Ev yek di demekê de ye ku şandeke leşkerî ya Amerîkî bi armanca avakirina Navenda Operasyonên Hevbeş bi Tirkiyê re, çend roj in li herêma Rihayê ye.