Mehma Xelîl: Duristkirina navçeya aram wê bandareka nerênî li Şingalê  bike

13/08/2019 - 18:32 Kategori Nuçe

BasNews- Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl radgihîne, duristkirina navçeya aram li bakurê Sûriyê bandoreke nerênî liser Şengalê, deşta Nînowayê û navçeyên sînûrî li gel Sûriyê dibe , herweha dibe sedema vegera DAIŞê bo navçeyên sînurî bi taybet bo Şingalê

Di  hevpeyvînekê da Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Kurdistan24ê ra da zanîn ku duristkirina navçeya aram li Sûriyê ku Tirkiye û Amerîka serperiştya wê dikin, wê bandoreke nerênî li ser rewşa Şingalê, deşta Nînowa û navçeyên sînurî li gel Sûriyê dibe.

Herwiha Xelîl pêşniyaz dike ku navçeyeke aram bo vegera êzdîyan bê duristikirin, ku Amerîka û hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê serperiştîya wê bikin, ev jî di çarçove ya handana êzdîyan daku vegerin navçeyên xwe

Her di beyannameyê de, Qaymeqamê Şingalê tekez kir jî, ku sedema venegeriyana êzdîyan bo navçeyên wan, hebûna PKKye liser çiyayê Şingalê ku rêz li yasayên Iraqê nagire û binpêkirinan encam dide.

 

Ortam