Idlîb- Sûriyê êrîşî xaleke Tirkiyê kir

17/06/2019 - 00:44 Kategori Nuçe

BasNews- Medyaya Tirkiyê dibêje hêzên hikûmeta Sûriyê "bi mebest" êrîşî xaleke wan a çavdêriyê li parêzgeha Idlibê kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro yekşemê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da hatiye gotin li Idlîbê hêzên hikûmeta rejima Sûriyê "bi mebest" êrîşî xaleke wan a çavdêriyê li parêzgeha Idlibê kiriye hêzên Tirkiyê bi çekên giran bersiva êrîşa topên hawan da.

Tirkiyê xalên çavdêriyê li Idlibê danîne wek beşek ji rêkeftina kêmkirina tundûtijiyê li herêmê ku di meda Îlona sala 2017an de li gel Rûsya û Îranê îmze kiribû. Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu îro yekşemê got dê Tirkiyê êrîşên wiha qebûl nake. Ajansa Anadoluyaê ji ser zimanê Cavusoglu ragihand ku gotiye:“Em dê we di cihê we de deynin. Divê heryek cihê xwe zanibe.” Beriya bi hefteyekê jî hêzên rejima Sûriyê êrîşî xaleka çavdêriya Tirkiyê kiribû û 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bibû.