Imamoglu û Yildirim di bernameyeka taybet da axivîn

17/06/2019 - 00:20 Kategori Nuçe

BasNews- Duh şev beriya hilbijartina Şaredariya Stenbolê, namzêdê AK Partiyê Bînalî Yildirim û namzêdê CHPê Ekrem Îmamoglu di bernameyeka taybet ya televîzyonê da axivivîn. Li avahiya Lutfu Kirdar a Stenbolê bername bi rêva çû.

Beriya weşana televîzyonê li hewşa navenda kongreyê ji bo rojnamevanên ku dê weşanê bişopînin, ekraneke mezin hate danîn û konekî çapemeniyê hat vegirtin. Bi sedan ajans û televîzyonên cihanî weşana bernameyê bi awayekî zindî belav kirin. Bername bi moderatoriya rojnamevan Îsmaîl Kuçukkaya birêva çû. Di bernameyê da Ekrem Imamoglu û Bînalî Yildirim û behsa karnameya xwe kirin. Hilbijartina Stenbolê wê di 23ê Hezîranê da birêva biçe.