Bexda wê ziyana cotkarên kurd qerebû bike

16/06/2019 - 23:40 Kategori Nuçe

BasNews- Parlamentoya Iraqê biryar daye qerebûya zîyanên şewitîna dexlûdanên cotkaran bike. Bo vê yekê jî du komîte pêkanîne, yek li ser asta perlemantoyê û ya din jî li ser asta hikuemeta Iraqê ye.

Parlementerê kurd li Parlementoya Iraqê û Endamê Komîteya Çandiniyê di Perlemantoya Iraqê da Mehemed Emîn Faris, amaje bi karên komîteyan dike û dibêje: berdewam çavdêrîya komîteya hikumetê dê bikîn. Di demkê de amarên şewtîna dex û danên cotkaran roj bi roj zêde dibe, ev yekê weha kirîye ku amareka durist li ber destan nebe. Amar ji dezgehekê bo dezgeheka din cûdaye. Li cem Berevanîya Şaristanî nêzîkî 400 hezar doniman şewitîye. Lê ew rêje li ba Yekêtîya Giştî ya Cotkarên Kurdistanê kêmtire.

Ev jî di demekê de ye, rojane li sinûrê parêzgeha Kerkûk û deşta Nînowa dexl û danên cotkaran dişewitin, Ew kesên dûvçûn kririne li ser bûyerên şewitandinê, pişka herî mezin şewtandinê dixin stûyê Erebên Hawirde û DAIŞê.