Çavuşoglu: Em fişarên Amerîkayê qebûl nakin

16/06/2019 - 23:23 Kategori Nuçe

BasNews- Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje, ew fişarên Amerîka yên derbarê sîstemên S-400 de qebûl nakin û endamtiya wan ya NATOyê naye wateyê ku welatên din bikaribin rexne û fişar li wan bikin.

Çavuşoglu got, Tirkiye welatekî serbixwe ye û bi tu awayê destêwerdana derve qebûl nakin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê girjiya Amerîka û Tirkiyê da axivî û gotiye:Em dewleteke serbixwe ne. Em bi xwe biryarên xwe digrin. Em fişarên Amerîka yên derbarê sîstemên S-400 de qebûl nakin. Herweha Mevlut Çavuşoglu dibêje: Me ji Amerîkayê re got, eger gumanên we hene, werin em komîteyeke hevbeş dirust bikin. Bila NATO jî di nav de be. Lê vê qebûl nakin û di her derfetekê de zext û fişar li me dikin ku em S-400 nekirin. Em vê qebûl nakin, ret dikin. Em dewleteke serbixwe ne û miletê me jî girîngiyeke mezin dide serxwebûna xwe."

Tirkiye ligel Rûsyayê rêkeftiye ku sîstema S-400 a mûşekan bikire. Lêbelê Amerîka û welatên NATOyê ji Tirkiyê ra dibêjin ew qebûl nakin Tirkiye sîstema S-400 a Rûsyayê bistîne.