Tirkiye: Hêzên Sûriyê dîsa êrişî xalên çavdêriyê yên li Idlibê kirin!

16/06/2019 - 13:16 Kategori Nuçe

BasNews - Piştî 3 rojan careke din arteşa Sûriyê êrişî xalên çavdêriyê yên arteşa Tirkiyê li herêma Idlibê ya Sûriyê kir.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, ji herêma Tall Bazan, ku di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de ye, ber bi xalên çavderiya Tirkiyê li Idlibê bi qestî êriş hatiye kirin.

Wezaretê da zanîn, êriş bi topên hawan li dijî xala çavderiyê ya hejmar 9 hatiye kirin, lê çi zirarek negihiştiye leşkerên wan, hêzên wan jî bi çekên giran bersiva êrişê dane û piştî êrîşê bi Rûsyayê re jî pêwendî hatiye danîn.

Roja 13ê vê mehê jî, Wezareta bergîriyê ya Tirkiyeyê ragihandibû, ji herêma di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de, bi topên Hawanê êrîşî xala çavderiyê ya Tirkiyê hatiye kirin û 35 topên Hawanê li xala çavderiyê ya hejmar 10 ketine, di encamê de 3 leşker birîndar bibûn.