Rojnamevanekî kurd: Eger Ocalan jî berdin bê fayde ye!

16/06/2019 - 10:57 Kategori Nuçe

BasNews – Rojnamevanekî kurd yê Bakûrê Kurdistanê dibêje, îhtimal heye Selahedîn Demîrtaş “di demek nêzîk de” were berdan lê eger Ocalan jî berdin êdî kurd dengên xwe nadin AKPê!

Rojnamevanê kurd Nevzat Bîngol, ji radyoya Rûsî ya Sputnîkê re gotiye, roja sêşemê (18 vê mehê) dadgeha siyasetmedarê girtî yê kurd Selahedîn Demîrtaş heye. Îhtimal heye were berdan ji ber ku parlementerê berê yê HDPê Ferhad Encu jî berdan.

Nevzat Bîngol daye xuyakirin, hikûmeta AKPê wan tiştan bo hilbijartinên Stenbolê dike û dixwaze dengên kurdan bikşîne aliyê xwe û gotiye, lê êdî kurd dengên xwe nadin AKPê. Eger Ocalan (rêberê girtî yê PKKê) jî berdan bê fayde ye.

Bi gotina wî rojnamevanê kurd, qedera hilbijartinên Stenbolê di destê “kurdên kemalîst” de ye!