Artêşa Sûriyê li hêzên Tirkiyê da – Herî kêm 3 serbazên Tirkiyê birîndar bûn

13/06/2019 - 13:21 Kategori Nuçe

BasNews – Artêşa Sûriyê çeper û baregehên hêzên Tirkiyê yên li herêma Idlib ya Sûriyê da ber topan.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, şeva borî artêşa Sûriyê bi hawanan êrişî hêzên wan yên li Idlibê kir.

Li gorî agahiyên wezaretê, di encama wê êrişê de bi enqest hatiye kirin, 3 serbazên wan birîndar bûne.

Ev êriş di demekî de tê kirin ku duhî bi navbeynkariya Rûsya û Tirkiyê di navbera hêzên rêjîmê û opozîsyona Sûriyê yên li Idlibê de agirbest hatibû ragihandin.