Amerîkayê du hefte molet da Tirkiyê

22/05/2019 - 12:02 Kategori Nuçe

BasNews – Amerîkayê du hefte molet da Tirkiyê û berpirsekî payebilind ê Tirkiyê jî bersiv da.

Li gor nûçeya çapemeniya Amerîkayê, Amerîkayê heta heftiya yekem a meha Xizîranê moleta hilweşandina peymana kirîna sîstema mûşekî ya S – 400 daye Tirkiyê.

Eger Tirkiyê wê rêkeftinê ne hilweşîne li gel Rûsyayê ku îmza kiriye, Amerîka li hember wê yekê gef li Tirkiyê dixwe ku dê wan toleyên tund li dijî Tirkiyê pêkbîne.

- Balefirên F-35 dê nedin Tirkiyê.

- Pêbendbûna Tirkiyê ya bi dayîna nirxê 100 balefirên F-35 ên Amerîkayê.

- Sepandina ceza ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Bakurê Atlas (NATO) li ser Tirkiyê.

Li hember vê moleta Amerîkayê, cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê Yavuz Selîm Kiran ragehand, kirîna sîstema mûşekên S-400 ji aliyê Tirkiyê ve êdî ne helbijardeyeke, ji ber pêwîstiye û welatê wan dê vê rêkeftinê ne hilweşîne.