Trump careke din Îran hişyar kir

21/05/2019 - 23:42 Kategori Nuçe

BasNews - Donald Trump careke din Îran û hişyar kir û got, “Eger Îran li dijî berjewendiyên Amerîka bikeve nav karekî dê rastî hêzeke mezin bê. Trump herwiha ragihand jî ku ew amade ne bo danûstandinan lö eger iran amade be.

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya serdana xwe ya bo Pensîlvanyayê, li ser aloziyên li gel Îranê axivî û ragihand ku Îran li herêmê piştevaniya terorê dike û wiha pê de çû, “Eger Îran li dijî berjewndiyên Îranê bikeve nav karekî dê rastî hêzeke mezin bê.”

Trump derbarê egera danûstandinan li gel Îranê jî got ku ew amade ne eger Îran amade be.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê red kiribû ku danûstanê li gel Îranê dikin.

Trump diyar kiribû ku dema Îran amade be dê bi xwe peywendiyê li gel Amerîkayê pêk bîne.