Tekane namzedê kurd yê serbixwe yê Stenoblê ji hilbijartinan vekişiya

17/05/2019 - 17:40 Kategori Nuçe
Mehmet Celal Baykara Mehmet Celal Baykara

BasNews – Tekane namzedê serbixwe yê kurd di hilbijartinên serokatiya şaredariya Stenbolê de Mehmet Celal Baykara ragihand, ew di hilbijartinên 23 Hezîranê de nabe kandîd.

Di hilbijartinên 31 Adara îsal yên serokatiya şaredariyan yên Tirkiyê de, siyasetmedarê kurd Mehmet Celal Baykara li bajarê Stenbolê wek namzedekî serbixwe tevlî hevrikiyê bibû. Mehmet Celal Baykara li ser namzediya xwe daxuyaniyek belav kir û ragihand, armanca wî ji xwe kandîdkirinê ew bû ku dengên 5 milyon kurd û elewiyên Stenbolê bide bihîstin.

Baykara da zanîn, di hilbijartinên 31 Adarê de ev armanc bicîh hat ji ber wê jî êdî ew pêwîst nabîne di hilbijartinên 23 Hezîranê de dîsa xwe kandîd bike û bi yekcarî xwe ji hilbijartinan vedikişîne.