Rojnameya Guardian: Qasim Suleymanî ji milîsên Iraqî re gotiye xwe ji şer re amade bikin!

17/05/2019 - 12:19 Kategori Nuçe

BasNews – Tê gotin ku fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ji milîsên şîe yên Iraqî yên alîgirên Îranê re gotiye, xwe ji şer re amade bikin!

Rojnameya Guardian ya Brîtanî daye zanîn, Qasim Suleymanî beriya sê hefteyan serdana Bexdayê kiriye  û bi berpirsên pile bilind yên milîsên şîe êyn Îraqî yên nêzîkî Îranê re civiyaye û daxwaz ji wan kiriye, xwe ji bo şer amade bikin.

Herwiha wê rojnameyê eşkere kiriye ku zanyariyên wê civînê gihîştine berpirsên îstixbarata Amerîka.