Almanyayê perwerde û rahênana leşkerî li Iraqê ragirt!

15/05/2019 - 14:50 Kategori Nuçe

BasNews – Hikûmeta Almanyayê biryar da perwerde û rahênanên leşkerî ya hêzên çekdarên Iraqê rawestîne.

Çavkaniyek leşkerî ku ji ajansa DPA ya Almanyayê re axift aşkera kir, ev biryar di encama tundiya siyasî û leşkerî ya li herêmê heye hatiye dayîn.

Berdevkekî wezareta berevaniya Almanyayê jî ew zanyarî piştrast kirin û aşkera kir, zanyarî geheştine dest wan ku metirsiya êrîşê li ser hêzên wan ên li Iraqê heye.

Heman çavkaniyê ragehand, amajeyên heyî diyar kirin ku metirsiya êrîşê ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve heye.

Ev biryara Almanyayê çend demjimêrek piştî wê tê ku wezareta derve ya Amerîkayê daxwaza derketina beşek ji fermanberên balyozxane û konsolxaneya xwe ya li Iraqê kir, wek sedem jî hat ragehandin ku, metirsiya êrîşa li ser wan bê kirinê ye ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve