Li Srî Lanka hejmara teqînan bû 8 û kuştî jî bûn 160

21/04/2019 - 12:58 Kategori Nuçe

BasNews – Li paytexta Srî Lanka-Kolombo, herî kêm 2 teqînên din jî qewimîn, hejmara kuştiyan jî gihîşt 160 kesan.

Îro danê sibê hatibû gotin ku li paytexta Srî Lanka-Kolombo û li bajarê Nigombo yê wî welatî sê dêr û sê hotel rastî teqînan hatine.

Lê qasekî beriya niha polîsê Srî Lanka ragihand, 2 teqînên din jî li paytextê qewimîne.

Li gorî agahiyan, hejmara kuştiyan gihîştiye 160 kesan û bi sedan kes jî birîndar bûne. Rewşa beşek ji birîndaran baş nîne ji ber wê jî tê texmînkirin hejmara kuştiyan zêde bibe.

Heta niha nayê zanîn ew teqîn ji aliyê kê ve hatine kirin.