Tirkiyê gef li Amerîka xwar in: Emê balefirên Rûsî bikirin!

21/04/2019 - 11:56 Kategori Nuçe

BasNews - Wezereta Berevaniya Tirkîyê dibêje: Eger Emerika balefirên F-35 radestî wan neke, ew dê Balefirên SU-57 ji Rusya bikirin.

Li gorî Nûçeyek malpera wezareta parastina Amerîka, Wezareta Parastina Tirkiyê ji Amerika re gotiye, ger hûn astengan bixin pêşiya kirîn a balefirên F-35, ew rêyên cûda dê bigerin.

Tirkiye dibêje: Ew dije mûşek a S-400 dê bikirin û di cîha F-35ê jî, dikarin sûd ji teknolojîya Rusyayê werbigrin.

Li gor heman nûçeyê: Tirkiye dibêje eger Amerîka lêpirsînê ji bo endamtiya me ya di projeya F-35 de bike; ya baş ewe ku em balefirên SU-57 ji Rusyayê bikirin.

Rusya, listeya kiryarên balefirên SU-57 belavkirîye û têde; Hindistan, Çîn, Tirkiye û Qater navên wan li serê lîstêye.