Peyamnêrên Bê Sînor raporta xwe li ser azadiya rojnamevaniyê belav kir

18/04/2019 - 12:30 Kategori Nuçe

BasNews – Saziya navdewletî ya Peyamnêrên Bê Sînor (RSF) raporta xwe ya salane li ser azadiya rojnamevaniyê li cîhanê belav kir.

 Rêxistina RSF, ku navenda wê li bajarê Parîs yê Fransa ye, raporta xwe ya salane li ser azadiya rojnamevaniyê û binpêkirina mafên rojnamevanan li 180 welatên cîhanê belav kir.

Li gorî wê raport û rêzbendiyê, welatê herî baş bo rojnamevanan û rojnamevaniyê, Norwej e. Li dû Norwejê, Fenland û li dû Fenlandê jî Swêd tê.

Di raporta RSF de behsa rewşa rojnamevanan û rojnamevaniyê li welatên dagîrker yên Kurdistanê, Îran-Tirkiye-Sûriye-Iraq, jî hatiye kirin.

Li gorî wê rêzbendiyê, Tirkiye di rêza 157 de, Îran di rêza 170 de, Iraq di rêza 156 de û Sûriye jî di rêza 174 de ye.

Di raportê de hatiye gotin ku ji ber siyaseta tund ya Trump, rewşa rojnamevaniyê li Amerîka xirabtir bûye ji ber wê jî Amerîka daketiye rêza 48.