Wezîrê Derve yê Îranê diçe Sûriye û Tirkiyê

16/04/2019 - 10:19 Kategori Nuçe

BasNews – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf diçe Sûriye û Tirkiyê.

Ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA, ragihandiye, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf îro diçe Şamê û bi serokê Sûriyê  Beşar Esed û rayedarên din yên wî welatî re hevdîtin dike.

Li gorî agahiyên ÎRNA, Zerîf dê piştî Sûriyê derbasî Tirkiyê bibe û bi rayedarên Enqerê re hevdîtin bike.