Nûnerê Xaminêyî: Bila hikûmet pirsgirêkên kolberan çareser bike

16/04/2019 - 09:57 Kategori Nuçe

BasNews – Nûnerê rêberê Îranê li herêma Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bang li hikûmeta wî welatî kir pirsgirêkên kolberan çareser bike.

Nûnerê Xaminêyî li Sine, ayetullah seyîd Mihemed Husênî Şahrûdî li ser rewşa kolberan û pirsgirêkên wan ji malpera Îranî ya “tasnimnews” re gotiye ku ew ne li dijî kolberiyê ye lê koberiya bi vî rengî jî heqaret e li mirovên belengaz!

Şahrûdî wiha gotiye, bila hikûmet pirsgirêkên kolberan û ew kesên ku li nêzîkî sînoran dijîn, çareser bike. Bila hikûmet ji wan re kar bibîne, çimkî eger karên wan hebe naçar nabin kolberiyê bikin.

Wî melayê Îranê, ku ne kurd e, qet behsa wê yekê nekiriye ku ew kolber ji ber xatirê nanekê her roj ji aliyê pasdaran ve tên kuştin!