Amadekarî bo serjimêriya giştî li Iraq û herêma Kurdistanê tên kirin

31/03/2019 - 12:02 Kategori Nuçe

Herman Xalîd

BasNews – Wezareta Plandanana Iraqê amadekariyên serjimeriya giştî li welat û herêma Kurdistanê dike.

Îro 31.03.2019ê berdevkê wezareta plandanana Iraqê Ebdulzehre Hîndawî bi beyanameyekî ragehand, amadekarî bo proseya serjimêriyê li gor plana wan bixwe û di dema ku hatiye diyar kirin de dê birêve biçe.

Ebdulzehre Hîndawî ragehand, ku fermanek wezeretê bo pêkanîna odeya operasyonên serjimêriya giştî ya rûniştvan û xaniyên Iraq û herêma Kurdistanê derketiye.

Herwaha got, odeya operasyonê bi serpereştiya serokê saziya navendî ya amar û beşdariya nûnerê herêma Kurdistanê ve dê bibe.

Ebdulzehre Hîndawî got, ku odeya operasyonê amadekariyên bo serjimêriya giştî ya rûniştvan û xaniyên Iraqê û herêma Kurdistanê, di sê mehên dawiya sala 2020ê de destpê bikin.