8 sal bi ser şerê Sûriyê re derbas dibe

Herî kêm 370 hezar kes hatine kuştin

16/03/2019 - 09:44 Kategori Nuçe

BasNews – 8 sal bi ser şer û aloziyên Sûriyê re derbas dibe. Tê gotin ku zêdetirî 370 hezar kes hatine kuştin.

Duh 15 Adarê, heştemîn salvegera destpêkirina şer û aloziyên Sûriyê bû.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirov, ku navenda wê li Brîtanya ye, bi wê helkeftê amara kuştîyên şerê Sûriyê belav kiriye.

Li gorî amarên wê dezgehê, di heyama 8 salên borî de 371 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin ku:

112 hezar ji wan sivîl in, ji nav wan sivîlan de jî zêdetirî 21 hezar zarok û 13 jin hene.

125 hezar çekdar û milîsên rêjîmê hatine kuştin, 67 hezar çekdarên opozîsyonê û HSD hatine kuştin, 66 hezar jî çekdarên DAIŞê hatine kuştin.