“Celladê DAIŞê” ji aliyê hêzên Iraqî ve hat girtin

23/02/2019 - 10:35 Kategori Nuçe

BasNews – Çekdarekî DAIŞê, ku wek “cellad” dihat nasîn, ji aliyê hêzên Iraqî ve hat girtin.

Li gorî medyaya Iraqî, îstixbarata artêşa Iraqê ragihandiye, hêzên wan duh li nêzîkî sînorê Sûriyê çekdarekî DAIŞê girtin ku karî wî serjêkirin û celladî bû!

Her wiha hat gotin ku li gundekî devera Selahedîn ya Iraqê jî çekdarekî DAIŞê di encama êrişa firokeyên şer de hatiye kuştin ku di nav DAIŞê de jê re digotin “gur”.