Wezîrê Berevaniya Tirkiyê û wekîlê Pentagonê li hev civiyan

23/02/2019 - 10:21 Kategori Nuçe

BasNews – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar û wekîlê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) Patrick Shanahan li hev civiyan.

Duh li Waşingtonê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar bi wekîlê Pentagonê Patrick Shanahan re hevdîtin kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser naveroka civînê ragihandiye, di civînê de behsa rewşa Sûriyê, şerê DAIŞê û fikarên Tirkiyê yên li hember alîkarîkirina YPGê ji aliyê Amerîka ve hatine axaftin.

Hat gotin ku di civînê de, sererkanê artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û sererkanê artêşa Amerîka Joe Dunford jî beşdar bibûn.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de behsa nêrîn û daxuyaniyên şanda Amerîka nehatiye kirin.