Nijadperestan êrîşî tîma Cîzresporê kir

17/02/2019 - 22:33 Kategori Nuçe

BasNews – Îro yekşemê 17. 02. 2019an di Lîga sêyem a Spor Totoyê ye, di yariya Cîzrespor – û Serîksporê li Antalyayê nijadperestan êrîşî yarîzanên tîma Cîzresporê kirin.

Ligor zanyariyan alîgirên tîma şarederiya Serîkê, beriya pêşbirkê, ligel sitrana nijatperestan “Olurum Turkiyem” li dijî yarîzanên Cîzresporê durişmên nijadperest berzkirine û piştî pêşbirkê jî êrîşî 3 yarîzanên Cîzresporê kirine. Herwiha yarî barabere bi dawî bûye.

Hatiye ragihandin gola yekem a yariyê Cîzresporê tomar kiriye. Piştî wê yekê alîgirên nijadperest dest bi durişmên nijadperest kirine û ji ber kartên zer û sor ên ku hekem bo Cîzresporê nîşan dane 3 yarîzanên Cîzresporê ji yariyê hatine avêtin.

Bi dawîbûna yariyê re alîgirên nijadperest ên Serîksporê êrîş birine ser lîstikvanên ku ji qadê derketibûn. Herwiha di encama wê êrîşê de 3 yarîzanên Cîzresporê tên birîndarkirin.