Mûsil…Erebên Heşdî Şeibî û erebên DAIŞê li hev didin!

20/01/2019 - 13:31 Kategori Nuçe

Lezgîn

BasNews – Rêveberê nahya Qeyrewan a qeza Beac a parêzgeha Mûsilê diyar kir: ‘’Gelek nakokiyên tund di navbera erebên li devera Qeyrewanê de ava bûne. Bi taybet jî erebên ku bibûn terorîstê DAIŞê, wê demê heta 100 efserên ereb ên eşîrekî kuştibûn, lê naha jî ew eşîr gefan li wan erebên li gel DAIŞê bûn dixwa.’’

Rêveberê nahya Qeyrewan a ser bi qeza Beacê Ebdulhemîd Qasim ji BasNewsê re diyar kir: ‘’Raportek ji Netewên Yekbûyî re li ser rewşa erebên li deverê çûye. Wan ereban di raporta xwe de gotiye Netewên Yekbûyî em nikarin li deverê bijîn. Xelkê dê bên kuştin. Piştî Netewên Yekbûyî li ser vê babetê peyvendî bi nahyeya Qeyrewan re pêkanî, me rastiya raportê bo wan aşkera kir. Ti kesek ereban nakuje, rastî waha ye; ew erebên ku di dema DAIŞê de bûne terorîst û ew erebên ku nebûne DAIŞ nakokî di navbera wan de heye. Ew hev du dikujin li deverê.’’

Herwaha got: ‘’Ereb bixwe gefan li yek dikin. Ji ber di dema terorîstên DAIŞê de, erebên bûne DAIŞî gelek xelkê din ê ereb kuştine. Naha ew erebên din ên bûne Heşdî Şeibî gefan li erebên ku DAIŞî bûn dixwan. Ew ereb jî yek eşîr in û eşîra Mîtutiye û pirsgirêk û nakokî di navbera wan de heye.’’