Senatorê Amerîkî Graham wê ligel Erdogan bicive

18/01/2019 - 13:11 Kategori Nuçe

BasNews - Senatorê Komarî Lindsey Graham û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê îro înê li Enqerê kom bibin.

Senatorê Amerîkayê yê partiya Komarî Lindsey Graham ku kesekî gelekî nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump e wê îro serdana Tirkiyê bike. Herwiha wê bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî bicive.

Graham di Kongresê de yek ji alîgirên pêş yên Trump e, lê ser vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê, Trump bi tundî rexne dike.

Piştî êrîşa xwekujî ya li Minbicê, ku 16 kes hatibûn kuştin û Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya wê girtibû ser xwe, Graham gotibû ku ragihandina vekişîna Amerîka ‘’wêrekîyê dide hêzên dijminan’’ û dîyar kiribû ku ‘’heman tişt li Îraqê jî qewimî’’

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DAIŞê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike. Lindsey liser biryara vekişîna Trump Sûriyê bi Trumpra civiya bû û jê ra gotibû kurd hevpeymanên me ne.