Wezîrê berevaniya Tirkiyê: Plana pêwîst a operasyona Rojhilatê Firatê amade ye!

12/01/2019 - 12:04 Kategori Nuçe

BasNews - Fermandar û berpirsên ewlehiya Tirkiyeyê li ser sînor kom bûn û pirsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, planên pêwîst ên operasyona leşkerî amade ye.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Serfermandarê artêşa Tirkiyê Yaşar Gûler û Fermandarê Hêzên Bejahî Ûmît Dûndar û  Serokê Îstixbarata tirk a MİTê Hakan Fîdan li ser sînorê Sûriyê, li Rihayê hatin ba hev û bûyer û geşedanên Rojavayê Kurdistanê gengeşe kirin.

Li gor ajansa “Anadolu” ya Tirkî, Hulusî Akar ragihand, welatê wî planên pêwîst ji bo operasyona leşkerî ya li ser Minbic û rojhilatê Firatê danîne.

Herwiha mayînde bûna pirsa Îdlibê jî rojeva civata wan bû û Hulusî Akar got, di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de hevkariya wan a digel Rûsyayê berdewam dike. Ew dixwazin agirbest û aramiya li Îdlibê berdewam bike.