Encûmena parêzgeha Nînowa: Daxwaza vegerandina karmendên ewlehiya Mûsilê dike!

Lezgîn

BasNews – Encûmena parêzgeha Nînowa daxwaza vegerandina karmendên ewlehiya bajarê Mûsil û navçeyên din ên parêzgehê dike.

Serokê encûmena parêzgeha Nînowa Seydo Çeto ji BasNewsê re ragehand, encûmenê lîsteyek daxwazên parêzgehê bo hikûmeta Iraqê rêkiriye û em li benda razîbûna Bexdayê ne.

Seydo Çeto ragehand, di daxwaznameyê de encûmena parêzgeha Nînowa daxwaza vegerandina polis û karmendên ewlehiya bajarê Mûsil û qezayên din ên parêzgeha Nînowa kir, ku vegerin ser karên xwe. Ji ber piştî dagirkeriya rêxistina terorîst a DAIŞê hikûmeta Iraqê ew li ser kar dûrxistibûn.

Herwaha diyar kir, hikûmeta Iraqê parêzgeh piştguh kiriye û berî dagirkeriya DAIŞê sedî 11 budceya Iraqê bo Nînowa hatibû cuda kirin, lê di budceya sala pêş de ew rêje wek sedî yek hatiye diyar kirin.

Diyar kirina wê rêjeya kêm bo parêzgeha Nînowa di demekê de ye ku piraniya tax û xaniyên wî bajarî ji ber dagirkeriya DAIŞê û şerê li dijî wê rêxistina terorîst de wêran bûne.