Otomobîlek ket çemê Çoruhê; Termê 3 kesan hîn jî nehatine dîtin

BasNews - Li bajarê Artvîn ê Tirkiyê otomobîlek ji rê derket û ket çemê Çoruh. Hat ragihandin ku ew 3 kesên otomobîlê de hîn kî nehatine dîtin.

Li herêma Soguksu ya Artvînê otomobîlaku 3 kes tê de bûn ji rê derket û ket çemê Çorûhê. Hat ragihandin ku ew her sê kes bi avê de çûne û heta niha jî termê wan kesan nehatiye dîtin.

Xebat û lêgerînên ji bo dîtina termên wan kesan berdewam dikin.