Bahçelî: Bila hilbijartin zûtir bên kirin

Erdogan: Ez niha tiştekî nabêjim!

17/04/2018 - 12:30 Kategori Nuçe

BasNews – Serokê MHPê Devlet Bahçelî daxwaz kir, hilbijartinên parlamentoyê zûtir bên kirin. Erdogan daxwaza hevdîtinê bi Bahçelî re kir!

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de behsa hilbijartinan kir û got, bila hilbijartin zûtir bên kirin, dirêjkirina wê bê wate ye.

Bahçelî pêşniyar kir ku hilbijartin 16 Tebaxa îsal bên kirin.

Serokomarê Tirkiyê û serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan li ser vê mijarê tiştek negot û ragihand, dê sibê bi Bahçelî re li ser wê mijarê hevdîtin bike.

Berdevkê CHPê Bulent Tecan jî bersiva Bahçelî da û got, eva meydan eva şeytan!

Hîn HDPê tiştek li ser vê yekê negotiye.

Li gorî qanûnên Tirkiyê, hilbijartinên bê yên parlamentoyê divê sala 2019 bên kirin.