Çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin

17/04/2018 - 10:58 Kategori Nuçe

BasNews – Çekdarên DAIŞê li devera Enbar ya Iraqê êrişî hêzên Iraqî kirin û çendek ji wan kuştin.

Televîzyona Al Jazeera ragihandiye, çekdarên DAIŞê li navçeya Rutbe li rojavayê parêzgeha Enbar ya Iraqê êrişî hêzên Iraqî kirine.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de çendek ji serbazên Iraqî hatine kuştin lê hejmara kuştiyan nehatiye zanîn.