Xwîşka Îbrahîm Biro û zarokên wê li Qamişlo hatin revandin

BasNews - Serokê Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro ragihand ku xwîşka wî li gel hevser û du zarokên xwe li Qamişlo hatine revandin.

Îbrahîm Biro li ser hesaba xwe ya facebookê nivîsek belav û got, ‘Îro saet 11ê sibehê, xwîşka min û hevserê wê li gel du zarokên wan ji aliyê çeteyên çekdarên ser bi PYDê ve, li Qamişlo hatin revandin.’

Biro diyar kir ku xwîşka wî li gel hevser û herdu zarokên xwe, çûbûn serdana mala wî li Qamişlo, bi helkefta 3.salvegera koça dawîn a hevsera wî ku berî sê salan li Hewlêrê ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.'

Îbrahîm Biro ku Serokê ENKSê yê berê ye di 13ê Tebaxa 2016an de xwestibû derbasî Rojavayê Kurdostanê bibe lêbelê asayîşa rêveberiya xweser rê neda bû ku bikeve Rojava û ew vegerandibûn bo Başûrê Kurdistanê.