Amerîka: Em ji Minbicê dernakevin

BasNews - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Rob Manning di derbarê Minbicê de ragihand ku ew ji Minbicê dernakevin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Rob Manning di civînan heftena de li ser rewşa Minbicê û Efrînê axivî.

Rob Manning di derbarê gefên Tirkiyê yên li ser Minbicê de li ser pirsa, ‘Eger Tirkiye êrişî hêzên HSDê yên li Minbicê bike hûn dê hevalbendên xwe biparêzin’ got, ‘Me ji hemû aliyan re gotiye ku hêzên Ameîrkayê dê li wê deverê bin û ji bo ku li wir bimînin jî hemû tedbîran em ê bigirin.’

Manning di derbarê Efrînê de jî ku niha ji aliyê çekdarên artêşa tirk ve hatiye dagirkirin diyar kir ku li wê herêmê hêzên wan nebûn.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Ameîrkayê destnîşan kir ku divê hemû alî li ser şerê li dijî DAIŞê rawestin û sivîlan biparêzin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên cîhadîst piştî 58 rojan duh Efrîna Rojavayê Kurdistanê dagir kiribûn û çekdarên cîhadîst dest bi dizî, talan û wêrankirina mal û milkên xelkê kiribûn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî niha îdîa kiribû ku ew ê piştî Efrînê, berê xwe bidin Minbicê.