Erdogan li Amedê axivî

BasNews - Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan li Amedê berî kongreya partiya xwe axivî û got ku ew Amedeke nû ava dikin.

Erdogan piştî Mêrdînê derbasî Efrînê bû û berî kongreya partiya xwe ji welatiyên ku kom bûne re axivî.

Erdogan di vê axaftina xwe de diyar kir ku ew Amedeke nû ava dikin û got, ‘ew kesê ku tenê ji ber Kurdbûna xwe rastî zext û fişaran bê ez li gel wî me.’

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê di derbarê Efrînê de jî îdîa kir ku ew ber bi dawiyê ve diçin.

Erdogan di axaftina xwe ya di kongreya 6. a partiya xwe de jî got ku ew ê Amedê pêşdetir bibin.